ÎranNûçeRojhilatanavin

Kutahiya opêrasyona rakirina kelefeyên Plaskoyê

Mucteba Yezdanî alîkarê xizmetgihandina bajarî ya bajarê Têhranê destnîşan kir; Operasiyona rakirina kelefeyên avahiya Plaskoyê êvara duh îniyê kuta bû û hevçax li aliyê başûr û bakûra vê avahiyê dîwar hate kişandin.

Alîkarê xizmetgihandina bajarî ya bajarê Têhranê destnîşan kir; Piştî 9 şevûrojan ku ji operasiyona rakirina kelefeyên avahiya Plaskoyê derbas dibe, 20 hezar ton kelefe û hesin pê hezar û hefsid kamyonan ji ciyê vê avajhiyê birine der.

Avahîya Plaskoyê li kolana Cimhûrîyê ya Têhranê siet 8`ê sibeya roja pêncşema hefteya buhurî agir berbûyê û hilweşîya û hejmarek personelên agirvemirandinê û welatîyên asayî di bin de man.

Ji ber cangorîtiya hêzên agirtemirandinê pîşiya berfirehbûna êgir û qewimîna karesateke mezin hate girtin û nûça vê kiryara cîhadî û mirovî li hemû medyayên cîhanê belav bû.

Li vê bûyerê 15 agirvemirîner şehîd bûn û çar welatî jî di bin kavilan da jiyana xwe ji dest dan.

Hatiye ragihandin ku 235 kes jî li vê rûdawê birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu