CîhanEwropaNûçe

Li Awistralyayê di êrişa bi kêran de kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li Awistralyayê di encama êrişeke bi kêran de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Melbourne ku paytexta Awistralyayê ye, kesekê pêşiyê bi otomobîla xwe da ser xelkê sivîl û piştre ji wesayîtê peya bû û bi kêran êrişî xelkê û polîsan kir.

Hat ragihandin ku di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin rakirin. Li gor agahiyên kesekî ku birînên wî giran bûn li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Lêpirsîna di derbarê bûyerê de berdewam dike, lê polîsê Malbournê ragihand ku ti têkiliya vê bûyerê bi terorê nîn e.

Başa dön tuşu