NûçeRojhilatanavin

Bangladeşê Serokê Cemaetûl Îslamî îdam kir

Hat ragihandin ku Bangladeşê duhî bi şev Endamê Lijneya Rêvebirê Navendî yê Partiya Cemaetul Îslamî Mîr Qasim Elî îdam kir.

Dadgeha Sûcên Şerî ya Navneteweyî hikumeta Bangladeşê, ji bo ku di şerê serxwebûna sala 1971ê de tevlî hinek bûyeran bibû şevê din saet li derdora 22.30an Mîr Qasim Elî îdam kir.

Berpirsê Girtîgeha Kashimpurê Serkomser Proshanto Kumar Banîk ragihand ku beriya îdamkirina Mîr Qasim Elî li derdora girtîgehê li herêma Dakkayê bergiriyên Ewlehî hatine girtin.

Dadgeha Bilind a Bangladeşê biryara îdama Mîr Qasim Elî di 30ê Tebaxê de pejirandibû û rêyên hiqûqî yên navxweyî qediya bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu