ÎranNûçeRojhilatanavin

Baqirî: Bila dijmin bizanibin ku dê nekaribin derbê li ewlehiya Îranê xînin

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê li bara operasyona mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî li dijî sebebkarên êrişa terorîstî ya li Ehwazê li başûrê rojavaya Îranê got: Di encama vê êrişê de, hejmarek ji serkirdeyên mayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê hatin kuştin.

General Muhemed Baqirî, roja duşemiyê di nava koma nûçegîhan de bal kişand ser operasyona mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilabê ya li dijî sebebkarên êrişa terorîstî ya li Ehwazê û diyar kir: Piştî êrişa terorîstî ya li Ehwazê ku di encamê de bi dehan kesên bê bêrevan û bê guneh hatin şehîdkirin an birîndar bûn, gelek pêngav hatin hilanîn ta ku terorîst û sebebkarên vê êrişê bên cezakirinê û tola xwîna şehîdan were hildan.

Serleşkir Baqirî her wiha got: Encama hewildana saziyên berpirsiyar nîşan da ku terorîstan tevî ku hin peywendî bi komên li dijî inqilabê re hebûn, ji DAIŞ`ê ferman wergirtine û DAIŞ`ê ev kes ji navça Dêrazora Sûriyê ve  bi rê ve birine.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir ku îro operasyona mûşekî ya Sipaha Pasdaran li dijî terorîstan li Sûriyê serketî cih hat û li gor  amarên deqîq, heya niha gelek xisar li DAIŞ`ê ketine û hejmarek ji serkirdeyên mayî yên vê komê jî hatine kuştin.

Serleşkir Baqirî bal kişand  ser vê yekê ku mûşekên  îranî bi derbaskirina 570 km li meqerên terorîstan ketin û got: Navça ku DAIŞ li rojhilata  Firata Sûriyê têde bi cih bûye bin kontrola artêşa Emerîkayê de ye û mûşekên îranî li navçeyekê ketin ku nêzîkî navça bin kontroal Emerîkayê de ye.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê bal kişan ser vê ye kê ku qonaxên din ên tolhildanê jî dê cih bên û got: Bila dijmin bizanibin ku dê nekaribin derbê li ewlehiya Îranê xînin.

Başa dön tuşu