ÎranNûçeRojhilatanavin

Baqirî: Hêzên me tevgerên dijminan dişopînin

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hişmendane, deqîq û berdewam hemî liv û tevegrên dijminan dişopînin.

 Serdar serleşkir Muhemed Baqirî,serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja duşemiyê bal kişand ser helahelaya Emerîkayê ji mesela teqîna li bendera Fuceyra Îmaratê û teqîna  li du niftkêşan li Deryaya Umanê û got: “Ger Îranê viyanek derheq girtina pêşiya derfirotina niftê  ji Kendava Farsê hebe dê eşkere raghîne û  mîna Emerîka û kirêgirtiyên wê yên navçeyî û navneteweyî dê karên xapînok û veşartî neke”.

 Siba roja  pêncşemiyê du niftkêş li deryaya Umanê agir girtin, midehek piştî weşandina vê nûçê Mayk Pompêo wezîrê karên derev yê Emerîkayê bêyî raberkirina tu belgeyekê Îran wek berpirsê êrişa ser du niftkêşan li deryaya Umanê da nasandin.

 Serleşkir Baqirî bal kişand ser vê yekê ku îro Îran  bi dijminên  bêsoz, bêexlaq û xapokîn ên mîna  Emerîkayê rûbirû bûye û destnîşan kir: “Îran îro bi Sedamekî nû bi navê Trump rûbirû bûye ku bi şêwazên  aloz û lihevaliyayî yên şerê aborî û şerê rewanî zext û zoreke wisa neaniye ser tu welatekî”.

 Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: “Îranê riya berxwedan û berevaniya  inqilabî û aktîv bijartiye û qahêm ser sekiniye”.

Başa dön tuşu