NûçeIraqRojhilatanavin

Helîkoptereke Artêşa Iraqê li Samerayê kete xwarê

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya Iraqê li nêzî meydana Celas ya li Samerayê kete xwarê û di encamê de du kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro helîkoptereke leşkerî ya vî welatî, li Samerayê ketiye xwarê û di encam de efser û polîsek birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Helîkopter ji ber xirabûna motorê ketiye xwarê, birîndar rakirina nexweşxaneya Samerayê.”

Başa dön tuşu