NûçeRojhilatanavinSûriye

Baregeha leşkerî ya dagirker a Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê hate hedefgirtin

Hin jêderên nûçeyan îro Şemiyê bi şev ragihandin ku êrîşên bi mûşekan li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li kêlgeha gazê ya Konîko li rojhilatê Sûriyê hatine kirin.

Li gorî nûçeya Îranpressê, hin çavkaniyan ragihandin ku ev êrîş ji aliyê berxwedana Îslamî ya Iraqê ve hatiye kirin.

Berxwedana Îslamî ya Îraqî ji sibeha Şemîyê ve wek bersivdana êrîşên Amerîka, baregehên “Eyn El Esed” û “Herîr” li Îraqê û herwiha baregehên “Harab El Cir” û “Koniko” li kûrahiya Sûrîyê kirin armanc.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriye û Iraqê li dijî nuqteyên êrîş pêk anîne.

Amerîka îdia dike ku ev êrîş wek bersivdana kuştina 3 leşkerên vî welatî di encama êrişên vê dawiyê yên mûşekî û firokeyên bêfirokevan de li ser baregeha wê li bakurê rojhilatê Urdinê hatine kirin.

Li hember êrişên Amerîkayê bo ser navçeyên rojava, hikûmeta Iraqê tekez li ser wê yekê kir, ku hevpeymaniya navdewletî erk û desthilatên ku jê re hatine dayîn derbas kiriye û bûye metirsî li ser ewlekarî û aramiya Iraqê.

Wezareta Navxwe ya Iraqê îro Şemiyê ragihand ku ji bo şermezarkirina êrişên Amerîkayê yên li ser axa vî welatî, karmendê balyozxaneya Washingtonê li Bexdayê gazî kiriye.

Başa dön tuşu