Têkoşerên gurdanên şehîd Ebû Elî Mustefa baska leşkerî ya Bereya Gelanî jibo Azadkirina Flistînê baregeheka leşkerî ya Rêjîma Siyonîst li rojhilata Xexzeyê da ber êrîşê.
Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Meyadînê, Têkoşerên Guurdanên şehîd Ebû Elî Mustefa baska leşkerî ya Bereya Gelanî jibo Azadkirina Flistînê baregeheka leşkerî ya Rêjîma Siyonîst li rojhilata Xexzeyê da ber êrîşê.
Guurdanên şehîd Ebû Elî Mustefa baska leşkerî ya Bereya Gelanî jibo Azadkirina Flistînê ragihand ku baregeha leşkerî ya Nahil Ozê ketiye ber êrîşê û ji ber vê êrîşê agir bi erebe û amûrên leşkerî yên Siyonîstan ketiye.
Ev di rewşekê da ye ku roja bihurî jî Gurdanên Mucahidînê qala êrîşa ser tanka Mirkava ya artêşa Rêjîma Siyonîst li rojhilata Xan Yûnisê bi mûşeka RPG’yê kiribû.
Ji aliyê din va medyayên Siyonîst ragihandin ku bi dehan israîlî di encama êrîşên Berxwedanê ser navçeyên siyonîstnişîn ên derdora Xezeyê birîndar bûne.