IraqNûçeRojhilatanavin

Amadetiya hêzên Iraqê ji bo ketina nav Felûcê

Serokwezîrê Iraqê. azadkirina bajarê Kereme ji bin destê terorîstan li netewê vî welatî pîroz kir.

Televîziyona El-Eraqiye îro ragihand ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana bajarê azadbûyî yê Kereme li parêzgeha Enbarê kir û got: Serkevtina artêşa Iraqê li ber terorîstan li Kereme, despêka azadkirina tam a bajarê Felûcê ji wicûda qirêj a terorîstên DAIŞ`ê ye.

Heyder Ebadî herwiha got: DAIŞ`ê ti cih û şûneke xwe di nav Iraqê de tine û ti riyek ji bilî revîna ji ber hêzên Iraqê ji terorîst re nemaye.

Li vê navberê de fermandariya hevpar ya operasiyona azadkirina bajarê Felûcê ragihand ku dorpêçkirina bajarê Felûcê kemiliye û hêzên iraqî ji bo ku bikevin nav bajêr amade ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu