ÎranNûçeRojhilatanavin

Baregeha Pedafenda Hewayî ya Artêşê dîwarekî qahîm ji bo parastina esmanê Îranê ye

Fermandarê Gişt ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Esmanê Îranê bi dîwarê ewleh û qahîm ê Baregeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya (S) ya Artêşa komara îslamî ya Îranê tê parastin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ISNAyê, Fermandarê Gişt ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê, Emîr serleşker Ebdulrehîm Mûsewî bi peyamekê bi boneya salvegera damezirandina Baregeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya (S) ya Artêşa Komara îslamî ya Îranê, bal kişande ser dewama dijminatî û gefên dijminan dijî Komara Îslamî ya îranê di heyama 40 salên bihurî da, got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hertim li hemberî van dijminatiyan, hişyariya xw eya hertimî parastine.

Fermandarê Gişt ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê bi bîr xist: Baregeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya (S) ya Artêşa Komara îslamî ya Îranê bi hikmet û hişmendiya Hezretê Ayetullah Xamineyî, Fermandarê mezin ên tevahiya hêzan û hevdem digel guhertina rêbaz û taktîkên dijmin hat damezirnadin û di heyama 10 salên bihurî da wekî çavê bîne û guhê bîser ê Berevaniya Îrana Îslamî bûye.

Baregeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya (S) ya Artêşa Komara îslamî ya Îranê roja 31ê tebaxa sala 2008an (10 meha Şehrîverê ya sala 1387an a Koça Rojî) li ser fermana dîrokî ya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi awayekî nûjen hat damezirandin.

Başa dön tuşu