IraqNûçeRojhilatanavin

Baregeheka esmanî ya leşkerî li Iraqê kete ber êrîşa bi topên hawanê

Navenda medyayî ya Erkantiya hevpar a Iraqê Îniyê bi şev qala êîrşa li ser baregeha hewayî ya Beledê li bakurê Iraqê bi sê topên hawanê kir.

Li gorî vê raporê, ji ber vê topbaranê agir bi vê baregeha esmanî ya stratejîk a Iraqê ketiye.

Ev duyemîn bûyera ji vê cûreyê di heyama du rojên bihurî de ye.

Navenda medyayî ya Erkantiya hevpar a Iraqê hûrgilliyên zêdetir li bara sedem û hokarên hitmalî yên vê êrîşê belav nekiriye.

Baregeha leşkerî ya Beledê li bakurê Bexdayê û başûrê parêzgeha Selahedînê û cihê bi dehan firokeyên F16 yên Iraqê ye.

Başa dön tuşu