ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja nûnerê serokomarê Îranê û wezîrê aboriya Tirkiyê

Nûnerê taybet ê serokomarê Îranê li karên Tirkiyê û wezîrê aborê yê vî werlatî rêkarên berfirehkirina zêdetir a hevkariyên aborî û ticarî di navbera her du welatan da hilkolandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mehmûd Waêzî wezîrê peywendî û têknolojîya têkilîyê yê Îranê û nûnerê taybet ê serokkomarê Îranê li karên Tirkiyê ku ji bo beşdariya li civata giştî ya Yekîtiya Cîhanî ya Postê sefera Tirkiyê kiriye roja duşemiyê li hevpeyivîna digel Nîhad Zîbekçî wezîrê aboriyê yê Tirkiyê got: Berfrehkirina hevkariyên ticarî û aborî di navebra her du welatan da ji bo Îranê girîng e.

Wezîrê aborê yê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê tevî diyarkirina meyla ji bo berfirehkirina giştalî ya danûstadninên beşên aborî yên wî welatî tev Îranê, got: Bi zûtirkê yê taximek ji nûnerên beşên çalak ên aborî sefera Îranê bikin ta ku li bara riyên berfirehkirina hevkariyên aborî yên duyalî gotûbêjê bikin.

Wezîrê peywendî û têknolojîya têkilîyê yê Îranê her viha îro li hevpeyivîna digel IRIB News`ê qala pesendkirina pêşniyara Komara Îslamî ya Îranê li bara post û ticareta elektronîk li kongreya cîhanî ya postê li Istenbûlê kir.

Li Civata Giştî ya Yekîtiya Cîhanî ya Postê ku bi beşdariya wezîrên peywendî û têknolojîya têkilîyê û nûnerên 129 welatên endamê Yekîtiya Cîhanî ya Postê û serokê Yekîtiyê li Istenbûlê hatiye lidarxistin, li bara zanyariyên nijyarî yên yekîtiyê, rol û cîgeha UPU`yê û mijarên girîng ji wan hevahengkirin û yekparçekirina xizmetên dayreyên postê, bernameyên xebata pêşerojê ya vê yekîtiyê û behrewergirtina zêdetir ji têknolojiyên nûjen li warê xizmetên postê, ji wan posta pêşeng (Pîştaz) dê  gotûbêj were kirin û biryar werin dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu