NûçeIraqRojhilatanavin

Baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê kete ber êrîşa bi rokêtan

Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, heşt rokêtên Gradê li baregeha leşkerî ya “Zilîkan”ê ya Tirkiyê li Mûsilê ketin.

Li gorî rapora Malpera El-Melûmeyê, Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê roja Çarşemiyê ragihand ku Baregeha Zilîkanê ya Tirkiyê li nêzikî “Beşîqe”yê li Parêzgeha Newnewaya Iraqê bi heşt rokêtên mîlîmitrî yên cûreya Grad’ê ket ber êrîşê.

Vê çavkaniya ewlehiyê her wiha got: Ji ber girankirina tevdîrên ewlehiyê li derdora vê baregehê, hîn hejmara mirî an birîndarên vê êrîşê diyar nebûye.”

Di halekî da ku Reuters’ê qala avêtina heşt rokêtan li ser vê baregehê kiriye, nûçegihanê El-Meyadînê hejmara rokêtan 20 heb ragihandiye.

Hêjayî gotinê ye ku ev baregeha Tirkiyê di mehên derbasbûyî da bi caran ketiye ber êrîşa bi mûşekan; ev di rewşekê da ku dewleta Iraqê jî bi caran daxwaza valakirina wê kiriye û ew wek neqanûnî zaniye.

Başa dön tuşu