NûçeRojhilatanavinYemen

Baregehên kirêgirtiyên siûdî li El Cufê ketin ber êrîşa hêzên yemenî

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê êrîşî ser baregeh û çeperên kirêgirtiyên siûdî li Wadî Şewaqê kirin ku dikeve navçeya El Xîlê ya parêzgeha Cufê li bakurê vî welatî.

Li gorî rapora Al Alamê, Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li vê êrîşê ku îro anku Pêncşemiyê pêk hat, hejamreka kirêgirtiyên siûdî kuştin û hejamrek jî birîndar kirin.

Li vî halî, hêzên yemenî erebeyeka leşkerî ya destdirêjkerên siûdî li Çiyayê Yamê li parêzgeha Senayê bi mûşekekê ji nav birin.

Başa dön tuşu