NûçeRojhilatanavinSûriye

Barekî mezin ê çekan bo kurdên Sûriyê hat şandinê

Zîrevana mafên mirovan a Sûriyê qala şandina barekî mezin a çek û alavên şêrr bo kurdên Sûriyê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Zîrevana mafên mirovan a Sûriyê Yekşemiyê bi şev ragihand: “150 kamiyonên hilgirê çek û alavên şêrr û pêdiviyên avakirinê yên ser bi hevpeymaniya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê, ji sînorê Iraqê derbasî navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê bûn”.

Zêde ji 250 kamiyonên hilgirê çek, panzêr û alavên şêrr jî du rojan beriya viya ji sînorê Iraqê gihîştibûn navçeyên bin serdestiya kurdan.

Amerîka û hevpeymanên wî welatî ji sala 2014an va bi mehneya têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞê, derveyî çarçova Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û bêyî hevahengiya bi dewleta Sûriyê ra hevpeymaniyek ava kirin; Vê hevpeymaniya amerîkî heta niha gellek ji welatiyên bêguneh li Iraq û Sûriyê kuştine.

Sûriyê bi caran bi şandina nameyan bo Konseya Ewlehiyê ya NY, êrîşên neqanûnî yên firokeyên şêrr ên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê li ser axa xwe şermezar kiriye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu