CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Bargehên kirêgirtiyên Siûdî li Lehic û Zaliê ketin ber êrişa hêzên yemenî

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê, bargehên kirêgirtiyên Siûdî yên li navça Suha li parêzgeha Lehicê li başûrê Yemenê dan ber êrişên topxaneyî û hawanan.

Li gorî rapora kanala Al Mesîrê, bargehên kirêgirtiyên Siûdî yên li bereya Neqîl El Xeşbê li parêzgeha Zaliê li başûrê Yemenê jî ketin ber êrişên bi hawanan ên hêzên yemenî.

Di encama operasyona hêzên yemenî li parêzgeha Esîrê ya Erebistanê de jî hejmarek kirêgirtiyên Siûdî hatin kuştin.
Di eynî demê de, mêdyayên Siûdî ragihandin ku sê leşkerên artêşa vî welatî li bereyên sînorî bi destê hêzên yemenî, hatine kuştin û hejmareka din jî birîndar bûne.

Hevpeymaniya Ereb bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin û ev welata ji hêla erd û esman û deryayê ve dorpêç kir.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wî welatî dijî Yemenê ku ji meha Adara sala 2015an va dest pê bûye, heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyonan kesî mal û warê xwe ji dest dane.

Erebistana Siûdî bikirra herî mezin a çek û alavên şêrr li cîhanê ye; Lê piştî derbasbûna sê salan hîn nekariye li şerê Yemenê bi ser bikeve.

Başa dön tuşu