IraqNûçeRojhilatanavin

Başûrê Mûsilê bi temamî hat azad kirin

Fermandarê giştî yê polîsê federal ê Iraqê ragihand ku bi azadkirina 1850 kîlomitrênb çargûşe, hemî bereyên başûrê parêzgeha Nêynewayê ketine bin kontrola hêzên iraqî.

Serleşker şakir Cewdet fermandarê giştî yê polîsê federal ê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku bereya başûrî li qada opêrasiyona azadkirina Mûsilê bi tamî hatiye azadkirin û hêzên polîsê federal li benda fermanê ji bo ketina nav Mûsilêî û azadkirina firokexane û navenda kleşkerî ya Xezlaniyê ne.

Li vê daxûyaniyê hatiye: 10815 malbat û 11168 ji destê DAIŞ`ê hatine filitandin û zêdetir ji 1850 kîlomitrên çargûşe jî hatiye azadkirin û hêzên polîsê federal nêzikî bajarê Mûsilê bûne.

Li gorî gotina fermandarê polîsê federal ê Iraqê li opêrasiyona bereya başûr ku Qeyare heta firokexaneya Mûsilê digirte ber xwe, 951 têrorîstên DAIŞ`ê hatione kuştin û 269 erebeyên bombekirî jî hatine jinavbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu