IraqNûçeRojhilatanavin

Başûrî ya Mûsilê bi giştî ji bin lepên çeteyên têrorîst ên DAIŞ`ê hatiye derxistin

Serleşker Raêd Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê got: Hêzên iraqî karîn ku bereya başûrê Mûsilê bi berfirehiya derdora du hezar kîlomitrên çargûşe ji bin destê têrorîstên DAIŞ`ê derxinin û tevî jinavbirina hemî berbendên DAIŞ`ê xwe bigihînin dergehên Mûsilê.

Raêd Şakir Cewdet got: Hêzên iraqî hewil didin da ku firokexaneya Mûsilê û navenda leşkerî ya El Xezlaniyê ji bin komtrola DAIŞ`ê derxînin.

Fermandarê polîsê federal ê Iraqê her viha bal kişande ser destkeftên hêzên iraqî li şerê azadkirina Mûsilê û got: Di vê heyamê da derdora 11 hezar malbatên iraqî ji destê DAIŞ`ê hatine azadkirin û li navçeyên ewleh bi cih bûne û alîkariyên mirovî bo wan hatine raberkirin.

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo filitandina xwe ji têkçûnên li pey hev û pêşdaçûna bênavber a hêzên iraqî li bereyên cûrbicûr ên Mûsilê welatiyên iraqî wek mertala zindî bi kar tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu