IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan terorîst li rojavaya Mûsilê hatine kuştin

Raêd Şakêr Cewdet ji qumandên polîsê Iraqê nivîsî, hêzên ewlehiya Iraqê li êrişa xwe ya duh îniyê ser pêgehên terorîstan bi dehan terorîst ji wan  4 qumandên terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê kuştin.

Hatiye ragihandin ku li nav van kuştiyan da hinek ji kesên biyanî jî hebûne.

Raêd Şakêr Cewdet herwisa ragihand ku 500 awareyên ku xwe ji navçên başûrî yên Mûsilê gihandibûne hêzên ewlehiya Iraqê, li kempên awareyan bi cih bûn.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bona girtina pêşiya pêşketina artêşa Iraqê, ber bi Mûsilê, xelkê sivîl kiriye hedefa xwe û ji xelkê nav Mûsilê wekî mertala mirovî behre digre.

Operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, 17 Cotmeha 2016`an bi qumandihiya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû.

Hêzên iraqî heta niha navçên berfireh ji parêzgeha Nêynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu