İslami Davet Kurdi Bange İslami

Bawerîya kûr a Îranê li bara parastina rûmet û beranberîya mafên insanî yên jin û mêran

Nunerê dayimî yê Îranê li NY got: Bawerîya kûr a Komara Islamî ya Îranê, parastina rûmet û beranberîya mafên insanî yên jin û mêran û bihêzkirina jinan jibo pêşesazîyê ye.

Xulamelî nunerê dayimî yê Îranê li NY şeva buhurî li 61`emîn civîna Komsyona Pileya Jinê li New Yorkê, sepandina boykotan ser navên curbicur atengîya herî girîng a ser rêka bihêzkirina jin li warê aborîyê zanî û got: Sepandina boykotê di çarçova her şiklekî da, ji wan nîşanên sîyasetên nedadmendane yên hin welatan e ku bihêzkirina aborîyê ya jinan tûşî pirsgirêka cidî dike.

Xoşrû bal kişand ser rewşa geş a dewaa xwendinê ya jinan li Îranê û got: Beşeke girîng a projeyên pêşesazîyê li Îranê, bihêzkirina jinan jibo lidarxistina kar û pêşeyên serbixwe, naskirina têknolojîyên rojê û peydakirina bazarê jibo berheman li şebekeyên civakî digire ber xwe.

Nunerê dayimî yê Îranê li NY serkevtina zêde ji 6 hezar jinî li hilbijartinên civatên gund û bajêran li Îranê mînakek ji bihêzkirina jinan zanî û got: Nêzî sedî 20`ê postên qanûndanîn û kifşkirina sîyasetê di asta rêvebirên kargêr li Îranê destê jinan da ne û ev hejmara jorda diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version