Endamên terorîstî yên bereya El-Nusre tev du komên terorîstî yên din êrişên giran kirin ser du bajarokên Fûe û Keferya li bakurê Idliba Sûriyê ku komîteyên gelanî û xelkê van navçana êrişên hanê bêencam kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê rojnama El-Wetenê ya Sûriyê, çavkaniyên herêmî raghandin ku komîteyên gelanî duh bi terorîstên ku ji mêhwerên Benş, Ram Hemdan û El-Sewaqiyê derbasî Fûe û Keferya bibûn, ketin pevçûnê.
Çavkaniyên herêmî her wiha diyar kirin Komîteyên gelanî bi hevkariya xelkê karîn ku hejmareke zêde ji van terorîstan bikujin û hejmarek ji terorîstan jî ji vê navçê revîn.
Hevgav balefirên sûrî jî meqerên terorîstan li Benş, Ram Hemdan û Bromayê dan ber êrişan ku eva bertekek li hember hewldana wan a berdewam ji bo derbasbûna nava Fûe û Keferyayê bû.
Xelkê Fûe û Keferyayê dibêjin ku ev êriş girantîrîn êrişên çend mehên derbasbûyî ya terorîstan ser Fûe û Keferyayê bû û Tirkiye berpirsê êrişên terorîstan dan zanîn û gotin: Enqere hewl dide xelkê ji vê navçê derxîne.
Du bajarokên Fûe û Keferyayê li bakurê Idlibê ji 28 Adara 2015`an ji aliyê terorîstan ve tam hat dorpêçkirin û her roj dikevin ber êrişên hawanê.
28 Adara 2015an , 14 hezar terorîstên ku li Tirkiyê perwerde bibûn û hatibûn pergalkirin bi êrişeke giran parêzgeha Idlibê dagir kirin.