AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Bêencambûna boykotên Emerîkayê li berfirehkirina hevkariyên niftê tev Ewrûpayê

Serokê komîsyona odeya enerjiya Têhranê, dirêjkirina boykotên li dijî Îranê li kongira Emerîkayê, ser berfirehkirina hevkariyên şîrketên ewrûpî tev pêşeya neteweyî ya Îranê bêbandor da zanîn.

  Mensûr Muezemî, serokê komîsyona odeya Enerjiyê ya Têhranê, kiryara kongira Emerîkayê derheq dirêjkirina  dehsalî ya  boykotên li dijî Îranê, weke binpêkirina  rêketinnama navokî da zanîn û got : Rêketinnama navokî, peymaneka çendalîkî ye û hevkariya  şîrketên ewrûpî bi pêşeya niftê ya Îranê berfireh dibe. Muezemî li gotûbêja bi kanala ragihandina nift û enerjiyê, ŞANA`yê bal kişand ser hez û meyla  şîrketinên  resen ên cîhanê jibo xebitandian sermayê li Îranê û destnîşan kir:Eva nîşan dide  welatên cîhanê baweriya xwe li Emerîkayê naynin û ji reftara  wan razî ninin.

Mensûr  Muezemî serokê komîsyona  odeya Enerjiyê  ya Têhranê diyar kir: Li vê midehê ku welatên ewrûpî bi Emerîkayê re hevrê bûn pêhesiyan ku ku di pratîkê de derfeta hevkariya bi Îranê re ji dest dane loma hewl didin bêtir ji berê bikevin pratîkê.

Pêşeya niftê ya Îranê li serdema piştî rakirina boykotan şehedê daxwaziyên curbicur  ên welatên biyanî û şîrketên  anvneteweyî bûye. Heya niha şîrketa neteweyî ya nifta Îranê15 hevhatinnameyên  lêkolînê tev şîrketên biyanî wajo kirine.

Duh çarşemiyê jî şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û şîrketa ewrûpî ya Şêlê hevhatinnama hevkariyê wajo kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu