NûçeRojhilatanavinSûriye

Bêencambûna êrişa terorstan ser bakurê Hemahê li Sûriyê

Artêşa Sûriyê êrişa koma terorîstî ya Bereya El-Nusreyê ser bakurê parêzgeha Hemahê bêencam kir.

 Li gorî rapora Sputnik`ê, hlêzên artêşa Sûruiyê roja duşemiyê êrişa endamên çekdar ên bereya El-Nusre ser bajarokê Zelînê li bakurê Hmahê bêencam kirin û  hejmarek ji endamên vê koma terorîstî kuştin an birîndar kirin.

Yekînên artêşa Sûriyê, du mehan berî niha jî li encama pevçûnên  giran tev komên terorîstî li vê navçeya operasyonî, çend  bajarok û gund ji  kontrola terorîstan derxistibûn.

Çavkaniyên sûrî dibêjin ku êrişa terorîstan ser meqerên  artêşê li bakurê parêzgeha  Hemahê ji ber operasyona  artêşê û hêzên  berxwedanê li bakurê rojhilata  vê parêzgehê û bona kêmkirina  zexta ser koma terorîstî ya Bereya El-Nusreyê ye.

Piştî azadkirina  navçên  dagirbûyî yên  Xûteya rojhilat û Xûteya rojava li parêzgeha  Rîfa  Şamê niha hemî  çavê xwe berdane  hin navçên  li bakur û her wiha  parêzgeha  Derayê li başûrê Sûriyê û li nêzîkî sînorê Urdinê û bilindahiyên  dagirbûyî yên Golana  Sûriyê.

Başa dön tuşu