Artêşa Sûriyê êrişa koma terorîstî ya Bereya El-Nusreyê ser bakurê parêzgeha Hemahê bêencam kir.
Li gorî rapora Sputnik`ê, hlêzên artêşa Sûruiyê roja duşemiyê êrişa endamên çekdar ên bereya El-Nusre ser bajarokê Zelînê li bakurê Hmahê bêencam kirin û hejmarek ji endamên vê koma terorîstî kuştin an birîndar kirin.
Yekînên artêşa Sûriyê, du mehan berî niha jî li encama pevçûnên giran tev komên terorîstî li vê navçeya operasyonî, çend bajarok û gund ji kontrola terorîstan derxistibûn.
Çavkaniyên sûrî dibêjin ku êrişa terorîstan ser meqerên artêşê li bakurê parêzgeha Hemahê ji ber operasyona artêşê û hêzên berxwedanê li bakurê rojhilata vê parêzgehê û bona kêmkirina zexta ser koma terorîstî ya Bereya El-Nusreyê ye.
Piştî azadkirina navçên dagirbûyî yên Xûteya rojhilat û Xûteya rojava li parêzgeha Rîfa Şamê niha hemî çavê xwe berdane hin navçên li bakur û her wiha parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê û li nêzîkî sînorê Urdinê û bilindahiyên dagirbûyî yên Golana Sûriyê.