Serokê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya parlamentoya Iraqê Ebdulezîz Hesen dibêje, di civîna îro ya parlamentoyê de dê gotûbêj li ser gef û operasyonên Tirkiyê di nava axa Iraqê de bihê kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Someryê, Ebdulezîz Hesen ku parlamenterê Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlimana Iraqê ye jî, ragihand: “Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bêhna xwînê jê tê, mebesta wî jî ne tenê Şingal, belkî tevahiya wîlayeta Mûsilê ye.”
Hesen amaje bi wê yekê jî kir, ku di civîna îro sêşemî ya parlamentoya Iraqê de, dê derbarê gefên Tirkiyê û operasyonên wî welatî di nava axa Iraqê de, gotûbêj were kirin.
Serokê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya parlamentoya Iraqê destnîşan kir, lijneya wan dê li ser gefên Tirkiyê pêşnûmûeyekê pêşkêşî parlamentoyê bike, daku gotûbêj li ser were kirin.
Bi gotina wî parlamenterî, di vê pêşnûmeyê de ew ê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin, ku li ser gef û daxuyaniyên Tirkiyê helwesteke fermî nîşan bide û herwiha daxwazê dikin, ku were zelalkirin, di vê bareyê de ti rêkevtinek di navbera Bexda û Enqerê de heye yan na.
Ebdulezîz Hesen tekez kir, çend mijarên din jî hene ku ew dê di civîna îro de li parlamentoyê li ser wan biaxivin û ji wan mijaran jî, “serdana serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî bo Tirkiyê û civîna wî ligel serokomarê Tirkiyê, herwiha serdana parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Seîd Cibûrî bo Tirkiyê.”
Li gorî gotina serokê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya parlamentoya Iraqê, ew dixwazin bizanin sedem û armanca wan serdanan çi bûye û di wan civînan de behsa çi hatiye kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)