ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Behram Qasimî: Destdirêjiya Emerîka û hevpeymanên wê li êrişa ser Sûriyê nikare bandorê ser siyasetên navçeyî yên Îranê hebe

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna tev nûçegîhanên navxweyî û derveyî got: Emerîkayê nîşan daye ku bi siyasetên xwe yên zêdexwaziyê, carna hin welat bi derewan ji bo dabînkirina berjewendî û timakariyên xwe û bi mehaneyên pûç û derew êrişa eskerî dike ser welatên curbicur û diqewime vê reftara xwe dubare jî bikin.

Qasimî destnîşan kir: Îro rojê her tiştê ku  di rewşa aloz a navçê û cîhanê tê dîtin ji ber şaşitiyên stratejîk û eşkere yên Emerîkayê li dehekên buhurî bûye ku her tim destek daye  rewşa navçê bêewleh û nearam bibe.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara hevkariya  Brîtanya û Fransayê bi Emerîkayê re  li êrişa ser Sûriyê û hitmala  zexta ser Îarnê li meselên navçeyî destnîşan kir: Destdirêjiya Emerîka û hevpeymanên  wê  li êrişa ser Sûriyê nikare  bandorê ser siyasetên navçeyî yên Îranê hebe û her wek ku li dehekên derbasbûyî jî hat nîşandayîn, Komara Îslamî ya Îranê prensîpên xwe dişopîne.

Qasimî li bara hitmala  êrişa mezintir ser Sûriyê jî got: Kiryarên bi vî rengî li dijî qayîde û qirarên navneteweyî û zêdexwaziyê ye ku ne kirayreke nû ji aliyê Emerîkayê ye. Ew bi siyasetên wxe yên zêdexwaziyê carna bi mehaneyên pûç û derew ku tên hilêxistin êrişa leşkirî dikin ser welatên xweser.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê, li bara gotinên Stîven Mênoçîn wezîrê xezînedariya Emerîkayê li bara  hitmala derneketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî got: Gotinên curbicur ji Ewrûpa û Emerîkayê li vê barê hene û axiftinên cûda û newekhew li bara Îranê û rêketinnama navokî tên kirin.

Qasimî al kişand ser vê yekê ku nikarin axiftineke cidî li bara hitmala derketina  Emerîkayê ji rêketinnama navokî bikin û got: Divê sebrê bikin ji ber ku li Emerîkayê biryareke cidî nehatiye girtin tevî ku  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê nîşan daye ku li dem û gavên curbicur  helwêstên  curbicur û newekhev diyar dikin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara daxûyaniya dawiyê ya  civîna rayedarên Yekitiya Ereban li dijî Îranê got: Yekitiya Ereban mixabin dewsa ku dijminê sereke yê cîhana ereban bike hedef, Îranê ku ji bo aramiya  navçê hewl dide, tawanbar dike lê dem dê hînî wan bike ku dijmin kî ye û dost kî ye?

Başa dön tuşu