ÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî: “Ewlehiya ewropiyan deyndarê hewildanên Îranê ye”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî tevî amajeya bi tundî  ûbêewlehîtiyên bihurî li kolanên Parîsê û paytextên din ên ewropî, her wiha got: Têkoşîna Îranê li dijî têrorîsmê li navçeyê ciddî bûye, bi awayekî ku roj îro li Sûriyê hema bêje heta radeyeka zêde erdên Sûriyê û Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstan hatiye derxistin, lê têkbirina wê ya tam hewcetî bi vîn û hevdengiyeka cîhanî heye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Têrorîst li Ewropayê ji aliyê navendine diyar û taybet hatin perwerdekirin, damezirandin û çekdarkirin û bi alîkariya pereyî ku kete ber destê wan, bûn sebeba xof û tirsê li Ewropayê.

Qasimî tevî pêgiriya li ser sekinîn û têkoşîna dijî komên têrorîst, her wiha got: Rayedarên welatên ewropî siyaseteka ducûre li hemberî têroîsmê hene.

Qasimî her wiha derbarê nûçeya mêdyayên Awstralyayî derbarê sefera nêzik a Can Bolton, Rawêjkarê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bo Kanbirayê jibo pêkanîna yekhelwêstiyê li dijî Îranê got: Ev kar jibo Can Bolton karekî normal e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Can Bolton bi rastî tûşî nexweşiyeka dijî Îranê bûye û pêwîstiya wî bi tedawîkirinê heye.

Başa dön tuşu