FilistînÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî, pêşniyarqanûna nû ya Rejîma Siyonîst jibo avakirina bajarokan li Perravên rojavaya Çemê Urdinê, şermezar kir

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, ji dewletan, Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û saziyên navneteweyî yên têkildar xwest ta ku tenê şermezarkirina devkî û bêyî tu kiryareka pratîkî cih neyînin û bi xwetêkilkirina lezgîn û di pratîkê de jibo pêşîlêgirtina ji dewama çalakiyên dijî mirovan û neqanûnî yên Rejîma Siyonîst, pêşiya avakirina bajarokên nû li Filistînê bigirin.

Kenîsêt yan Meclisa Rejîma Siyonîst, li çarçoveya planên zêdexwezî û destdirêjkeriyê yên vê rejîmê, pêşniyarqanûna rewanîşandayîna avakirina çar hezar malên nû li Perravên Rojavaya Çemê Urdinê, piştrast kir.

Xala ku mirov dêxe nava fukaran, li cûreya bertekên NY û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Amerîkayê li hember liv û tevgerên Îsraîlê li navçê, nekêrhatîbûn û propagandayî bûna helwêstên wiha ye.

Di vî warî de komîsaryaya Mafên Mirovan a NY, tenê kiryarên Îsraîlê bi awayekî devkî şermezar kirine. Kiryarên Îsraîlê di pratîkê de nahêlin ku mafên filistîniyan yên kivşkirina çarenivîsê, serê xwe bigirin; mafê ku NY bi caran bi weşandina biryarnameyan, ew qebûl kiriye.

Di çarçoveya kivşkirina mafê Çarenivîsê jibo filistîniyan, mijara pêkanîna welatê filistînî ya bi paytextiya Qudsê jî raber dibe. Pêgîriyên civaka navneteweyî li ser mafên filistîniyan, bûne sedema nîgeraniyên Rejîma Siyonîst. Rejîma Siyonîst bi avakirina bajarokan û cidakirina navçeyên filistînî ji hev û ji navbirina rewşa pêkanîna welatê filistînî ya bi paytextiya Qudsê, filistînî û civaka cîhanî dihêlin li ber karekê ku êdî cih hatiye û di pratîkê de hewl didin ku bi tamî mafên filistîniyan ji bîr  bibin.

Ew rewşa tenê bûye sedema reftarên bêbandor û kêrnehatî yên NY li hember zêdexweziyên Îsraîlê. Dewletên Rojavayî ji wan welatên ewrûpî û amerîkî jî berovajiya helwêstên di rû de yên şermezarkirina avakirina bajarokan ji aliyê Îsraîlê va, di pratîkê de bi piştgiriya zêdexweziyên Îsraîlê, alîkariya vê rejîmê kirine.

Li aşkerakirinên vê dawiyê yên li ser piştgiriyên berfireh ên welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê ji avakirina bajarokên Îsraîlê, mijara desthebûna malbata serokomarê bijartî yê Amerîkayê li avakirina bajarokên Îsrazîlê raber bûye. Di vî warî de malbata Carêd Koşnêr (Jared Kushner) zavayê Donald Trump, serokkomarê bijartî yê Amerîkayê, vê dawiyê alîkariyeka zav a pereyî jibo avakirina bajarokan li Perravên Rojavayê Çemê Urdinê, daye Îsraîlê.

Amerîka û welatên din ên rojavayî, li halekî hin caran siyasetên zêdexweziyê yên Îsraîlê bi devkî rexne dikin ku bixwe piştgirên zêdexweziyên Îsraîlê tên hesêb. Di vî warî de midehekî beriya niha Rîçard Falk, raportêrê taybet ê berê yê NY li karûbarên mafên mirovan a Filistînê, li daxuyaniyekî ku li Civata Giştî ya NY hate weşandin, kompaniyên amerîkî û rojavayî yên wekî Katêrpîlar, Motorola û Volvoo`yê ji wan kompaniyan da zanîn ku ji ber avakirina neqanûnî ya bajarokên ji aliyê Rejîma Siyonîst li erdên filistînî pirr sûd û qazanc kirine û xwest ku welatên cîhanê van kompaniyana boykot bikin.

Radyoya Rejîma Siyonîst jî di vî warî de ji hevkariya berfireh ya kompaniya amerîkî ya General Elektirck`ê bi kompaniyên îsraîlî di warê avakirina bajarokên vê rejîmê li erdên filistînî agahî dabû.

Di çarçoveya dewama alîkariyên Amerîkayê bo Rejîma Siyonîst, Kongireya Amerîkayê jî, terxankirina zêde ji 600 mîlyon dolarên din bo bernameya mûşekî ya Rejîma siyonîst, pesend kir.

Amerîka bi bikaranîna serpişkiya ne dadmendane ya Vêtoyê jî, pêşiya pesendkirina gellek biryarnameyan dijî Rejîma Dagîrker a Israîlê li Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) girtiye.

Li gorî amarên heyî, heya niha Amerîkayê nêzî 80 caran serpişkiya needlane ya vêtoyê bi kar aniye ku 43 caran di warê bêencamhiştina biryarnameyên NY yên li şermezarkirina avakirina bajarokên vê rejîmê li navçeyên filistînî bûye. Ev mesele rola taybet a Amerîkayê li dewama zêdexweziyên Îsraîlê aşkeratir kiriye û vê yekê nîşan dide ku helwêstên Waşîngtonê jî di warê rexneya ji avakirina bajarokên Rejîma Siyonîst, karek e ku dixweze xelkê û raya giştî bixapîne.

Kiryara nekêrhatî ya NY li hember Îsraîlê û herwiha siyasetên ne wekhev û durû yên welatên rojavayî li hember zêdexweziyên Îsraîlê, bûne sedema rexneyên raya giştî û helwêstên Îranê wekî piştgirê hertimî yê gelê Filistînê di çarçoveya van nerizamendiyan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu