NûçeFilistînÎranRojhilatanavin

Êrîşa sîber li ser Desthilata Belavkirina Elektrîkê ya Neteweyî ya Îsraîlê

Koma tolhildêrên sîber berpirsyariya qutkirina elektrîkê li gelek deverên deverên dagirkirî girt ser xwe, ji wan bajarên Beyt Şamş, Tel Avîv, Roş Haîn, Arad, Modi’in, Beer Shua, Netanya û hwd.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sada û Sîma`yê, koma tolhildêrên sîber di peyamekê de ragihand:
Koma tolhildêrên sîber li berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst çendîn caran binesaziya dabeşkirina elektirîkê ji bakûr heta başûrê navçên dagirbûyî kirine armanc.
Rayedarên Îsraîlî yên ku her tim li ser ewlekariya sîber ya bêserûber mezin dikin, heta niha nekarîn êrîşan tesbît bikin û li ser daxwazên niştecihên desteserker, sedema van bûyeran weke xeletiyeke teknîkî diyar dikin, di heman demê de kontrola hemû binesaziya elektrîkê ya wan di destê me de ye.
Me li dijî berjewendî û jêrxana jiyanî ya Rejîma Siyonîst di warê sîber de bersivên curbicur amade kirine.

Herwisa vê girûpê belgeyên curbicur ji medyayên pêbawer ên Rejîma Siyonîst û bikarhênerên zimanê Îbranî li ser torên civakî derbarê qutbûna elektrîkê belav kirine.

Başa dön tuşu