ÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî: Xebata mûşekî ya Îranê li dijî tu welatekî nîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hember îdiaya li dijî îranî ya wezîrê karên derve yê Fransayê destnîşan kir: “Xebatên mûşekî yên Îranê beşek ji siyaseta berevaniyê û jibo dabînkirina berjewendiyên neteweyî û berevaniya ji welêt e“.

Jean-Yves Le Drian, wezîrê karên derve yê Fransayê roja îniyê li gotûbêja  bi radyo RTL a  vî welatî, hin  îdia li dijî Têhranê xistin rojevê û got: Çekên mûşekî yên Îranê tenê ji bo berevaniya xwe nîne.

Behram Qasimî, berêvara Îniyê li gotûbêja  bi ISNA`yê re bal kişand ser vê yekê ku  xebatên mûşekî yên  Îranê li dijî tu welatekî nîne û got: Têhran ji ber tecrubeyên xwe li dehekên  derbasbûyî ji wan şerê heştsalî yê Rejîma  Beisa  Iraqê li dijî  Îranê hîn bûye ku  ji bo girtina pêşiya  pêkhatina  hin niyetên  kirêt  ên dijminan, hêza berevaniya xwe xurt bike.

Qasimî, Îran yek ji goriyên herî mezin ên terorîzmê ad aznîn û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îarnê yek ji siyasetên xwe yên isûlî  kiriye rawestana li hember terorzîmê  û encama  vê siyasetê  heya niha  bandorên  ernî yênnavçeyî û cîhanî hebûye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, aramî, ewlehî û geşatiya aborî ya navçê ser qezanca  Îranê da zanîn û destnîşan kir: Îran berjewendî û mesilhetên  xwe li pêkanîna  ewlehî, aşitî û aramiyê li navçê dizane û ji bo cihhatina  vê mijarê li dû hevkariya  tev welatên navçê ye.

Qasimî, her wiha bal kişand ser piştgiriya  hin welatên  rojavayê ji destdirêjkirên  siûdî li êrişa ser Yemenê û destnîşan kir: Ev welat bi şandina  çekan û piştgiriyên  xwe han dane destdirêjkirên  ser gelê Yemenê û pêwîst e ku ew siyasetên xwe venihêrin.

Başa dön tuşu