Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hember îdiaya li dijî îranî ya wezîrê karên derve yê Fransayê destnîşan kir: “Xebatên mûşekî yên Îranê beşek ji siyaseta berevaniyê û jibo dabînkirina berjewendiyên neteweyî û berevaniya ji welêt e“.
Jean-Yves Le Drian, wezîrê karên derve yê Fransayê roja îniyê li gotûbêja bi radyo RTL a vî welatî, hin îdia li dijî Têhranê xistin rojevê û got: Çekên mûşekî yên Îranê tenê ji bo berevaniya xwe nîne.
Behram Qasimî, berêvara Îniyê li gotûbêja bi ISNA`yê re bal kişand ser vê yekê ku xebatên mûşekî yên Îranê li dijî tu welatekî nîne û got: Têhran ji ber tecrubeyên xwe li dehekên derbasbûyî ji wan şerê heştsalî yê Rejîma Beisa Iraqê li dijî Îranê hîn bûye ku ji bo girtina pêşiya pêkhatina hin niyetên kirêt ên dijminan, hêza berevaniya xwe xurt bike.
Qasimî, Îran yek ji goriyên herî mezin ên terorîzmê ad aznîn û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îarnê yek ji siyasetên xwe yên isûlî kiriye rawestana li hember terorzîmê û encama vê siyasetê heya niha bandorên ernî yênnavçeyî û cîhanî hebûye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, aramî, ewlehî û geşatiya aborî ya navçê ser qezanca Îranê da zanîn û destnîşan kir: Îran berjewendî û mesilhetên xwe li pêkanîna ewlehî, aşitî û aramiyê li navçê dizane û ji bo cihhatina vê mijarê li dû hevkariya tev welatên navçê ye.
Qasimî, her wiha bal kişand ser piştgiriya hin welatên rojavayê ji destdirêjkirên siûdî li êrişa ser Yemenê û destnîşan kir: Ev welat bi şandina çekan û piştgiriyên xwe han dane destdirêjkirên ser gelê Yemenê û pêwîst e ku ew siyasetên xwe venihêrin.