AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Behrewergirtina ji sekûya faza 21`ê ya Parsa Başûr

Elîriza Ebadî cihênerê fazên 20 û 21`ê yên Parsa Başûr got: Mêledeya (meşal) Faza 21`ê piştî vekirin û dayîna ceyranê bo Bîra Hejmara 1`ê hat vêxistin û bi zûtirkê opêrasiyona berhemanîn û şandina gazê ji vê sekûyê bo palavgeha li hişkahiyê dest pê dibe.

Ebadî her viha got: Bi vekirina hêdî hêdî ya hemî bîrên girêdayî bi Faza 21`ê, rojê wê 28.3 miliyon mitrê kûp gaz li guncawtî û kapasîteya hilberîna gazê ji Meydanan gazî ya Parsa Başûr (Li Kendava Farsê) zêde bibe.

Cihênerê fazên 20 û 21`ê li Parsa Başûr bi gotina viya pêşketina palavgehên fazên 20 û 21`ê gihîştiye ji sedî 90`ê, got: Rêzên sêyem û çarem ên şirînkirna gazê jî heta du mehên din tên damezirandin û bi vî awayî hemî rêzên şirînkirina van fazan bi awayekî tam û kamil dikevin çerxeyê.

Sekûya faza 21`ê bîst û yekemîn sekûya Meydana Hevpar a Parsa Başûr e ku di rewşeke tam êmin ûewleh da tê damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu