Balyozê Îranê li Inglîzê got ku rêketinama navokî ne hevhatinnameyeke dualî ye, belkî li gorî pejirandina Konseya Ewlehiyê ya NY hemî welat divê wê biparêzin.
Balyozê Îranê li Londonê Hemîd Beîdînijad îro çarşemê li gotûbêja bi IRNA`yê re li bara bandora siyasetên Donald Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê ser îmkana îbtalkirina rêketinnama navokî got :Rêketinama navokî hevhatineke dualî nîne ku welatek bikaribe bi hêsanî wê îbtal bike, belkî ev hevhatina ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY hatiye pejirandin û li gorî beşa heftan a manîfesta NY hemî welat divê wê biparêzin.
Hemîd Beîdînijad destnîşan kir ku Îran ji tu gefekê natirse jiber ku li naveroka rêketinama navokî kiryarên bibandor û rewa jibo Îranê jibo rawestana li hember van cure karana hatiye texmînkirin.
Beîdînijad destnîşan kir ku piştî rêketinnama navokî nihêrînên li bara hevkariya aborî tev Îranê li Brîtanyayê guheriye û pêngavên bibandor ên Îranê jibo rawestana li ber terorîzmê û fanatîzmê kiryarên bixerez xistiye ber pirsan.
Balyozê Îranê her wiha da zanîn civaka navneteweyî li pêngav û hevkariyên bibandor ên Îranê li Iraq û Sûriyê jibo selimandina aşitî û aramiya navçê li xwe mukir hatiye û ev pêngav bûne sedem nihêrîna xelkê Brîtanyayê li bara Îranê biguhere.
Balyozê Îranê li Londonê li bara sefera tê ya rayedrên Inglîzê li astên curbicur bo Têhranê agahî da û destnîşan kir ku Fîlîp Hamond wezîrê xizînedariya Inglîzê buhara tê bi taximeke aborî re sefera Îranê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)