NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîra berevaniyê ya Fransayê: Tu belgeyek li bara bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Şamê va tune

Wezîra berevaniyê ya Fransayê, Florence Parly (Florans Parlî) her wiha got: “Li ser vê esasê em nikarin bêjin ku Şamê hêlên sor derbas kirine“.

Amerîkayê û hevpeymanên vî welatî heta niha bi caran hewil dane ku bûyerên kîmyayî li Sûriyê ji wan êrîşa kîmyayî ya gumanbar a roja Sêşemiyê, 4ê Nîsana 2017an, li ser navçeya Xan Şêxûnê li başûrê Idliba Sûriyê ku di encamê da zêde ji 100 kes hatin kuştin, bavêjin ustiyê dewleta Sûriyê; Tawan ku şamê bi caran ew red kiriye.

Li ser esasa raporên fermî têrorîstan bi caran li Sûriye û Iraqê çekên kîmyayî bi kar anîne.

Gellek ji karzanan tawanbarkirina dewleta Sûriyê bi sûcê bikaranîna çekên kîmyayî wek hewildanek ji bo xalifandina raya giştî û berovajîkirina rastiyan hevgavê serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê li hemberî têrorîstan dizanin.

Wezareta karên derve ya Rûsiyê jî vê dawiyê ragihand ku armanca Amerîkayê ya tawanbarkirina dewleta Sûriyê bi sûcê bikaranîna çekên kîmyayî filitandina têrorîstan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu