IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane

DAIŞa ku beşeke mezin ji axa Iraqê dagir kiribû êdî ber bi bidawîbûnê ve tê. Fermandarê Heşda Şeibî Tahir Ebû Elî, diyar kir ku piştî navçeya Rewayê ya Iraqê ji destê DAIŞê hat derxistin, hemû bajar û navçe ji dest DAIŞê hatin derxistin ku bi vî awayî rêxistin gihişt ber bidawîbûnê û niha li çolter û gundan xwe vedişêre.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidestxistin, hindik maye ku Iraq ji DAIŞê were paqijkirin.Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî îsal duyem mezintirîn bajharê Iraqê, Mûsil di serî de, Hewîce, Enbar, Tilefer û Rewa ji DAIŞê paqij kirine û niha li çolteran operasyon tên birêvebirin daku miltînanên DAIŞê bigirin. Piştî ku DAIŞ ji çolteran were paqijkirin, DAIŞ dê bi temamî li Iraqê bi dawî bibe.

Fermandarê Heşda Şeibî Tahir Ebû Elî destnîşan kir ku piştî Rewa ji destê DAIŞê hat derxistin, ti navçe û bajar di destê DAIŞê de neman û wiha pê de çû: “Me wek Heşda Şeiba li gel Artêşa Iraqê navçeya Rewayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê paqij kir. Bi kontrolkirina vê navçeya, ti bajar û navçe di destê DAIŞê de neman. Rêxistin niha li çolterên Iraqê xwe vedişêre. Li Mûsil, Hewîce, Reqa û el Qaimê li hinek deveran xwe veşartiye. Hindik maye rêxistin bi dawî bibe. Em wek Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê niha operasyonan li dijî rêxistinê li çolteran pêk tînin. Di nav çend rojan de ew çolter jî dê bi dawî bibin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu