CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Libnanê girtina pêşkêşvana Press TV`yê şermezar kir

Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da kiryara dewleta Amerîkayê ya girtina Merzîye Haşimî pêşkêşvana kana nûçan a Press TV`yê, kanala nûçan a Îranê ya bi zimanê ingilîsî şermezar kir.

Hizbullaha Libnanê di wê daxûyanîyê da piştgirî da Merzîye Haşimîyê, malbat û hevkarên wê û xwest ku pêşkêşvana Press TV`yê zûka were azadkirinê.

Hizbullaha Libnanê herwiha ji mêdyayên azad ên cîhanê xwest ku kiryarên nijadprestîyê yên Waşîngtonê û binpêkirina berdewam a mafên mirovan ji hêla amerîkîyan ve aşkira bikin.

Polîsê Amerîkayê, Merziye Haşimî, nûçegîhan, dakiyûmêntsaz û bêjera Kanala Press TV`yê ku bi eslê xwe amerîkî ye û ji bo seredana malbata xwe çûbû Amerîkayê, bê heger li balafirgeha Sent Louis`ê hat girtinê û polîsan ew birin ragirtinxana Polîsên Fêdêral ên Amerîkayê (FBI) li Waşîngtonê.

Başa dön tuşu