IraqNûçeRojhilatanavin

Belgeyên ser komkujîyê yên Iraqê

Logzamborgê amajeyî lêzanînê şaş û çewt ên amerîkayê kir û belgeyên êrişa ser nifthilgiran li Deryaya Ummanê şibandin meseleya çekên komkujîyê yên Iraqê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Logzamborgê Jean Asselborn amajeyî lêzanînê şaş û çewt ên Amerîkayê derbarê çekên komkujîyê yên Iraqê di sala 2003`yê kir û piştgirî da lêkolnên serbixwe yên NY derbarê bûyera êrişa ser nifthilgiran li Deryaya Ummanê.

Jean Asselborn herwiha got: “Ez ser vê bawerê me ku erka herîgirîng a Wezîrên Karên Derve yên YE`yê ew e ku pêşîya şêrr bigirin û divê em îro vî karî bikin”.

Wezîrê Karên Derve yê Holendê Stef Blok jî got ku pêşwazîyê ji her cure zelalkirineka di vî warî de dike.

Civîna Wezîrên Karên Derve û Berevanîyê yên YE`yê bi merema hilkolandina gêreyên berfire li devera rojavaya Asyayê û nîqaşa liser bûyera teqîna du gemîyên nifthigir li Deryaya Ummanê li Logzamborgê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu