CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Berbijariya 24 kesan bo hilbijartinên serokkomariya Cezayirê

Wezareta karên hundir a Cezayirê li bara berbijariya 24 kesan bo hilbijartinên serokkomriya vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora El-Quds El-Erebiyê, Wezareta karên hundir a Cezayirê roja şemiyê li bara qeydkrina daxwaziya 24 berbijarên  hilbijartinên serokkomriya vî welatî agahî da ku biryar e 4 Tîrmeha 2019`an were lidarxistin.

 Wezareta Karên hundir a Cezayirê her wiha raghand ku ev 24 kes di dema kivşkirî bo beşdariya li pêşbirkên hilbijartiên  pêşrojê ya serokkomariyê navê xwe qeydkirin.  Tomarkirina berbijaran ji 11 Nîsanê destpê bû û heya pêncşemiyê 18 Nîsanê dê bidome.

  Li gorî lîsteya ku Wezareta karên hundir a Cezayirê,  li malpera xwe weşandiye tu yek ji 24 bebijarên ku navê xwe tomar kirine ji kesayetiyên  bi nav û deng ên  Cezayirê nînin.

Tevgera gelanî û dijberên  serokkomriya demkî li Cezayirê ev hilbijartin boykot kirine.

  Ebdulezîz Bûtiflîqe, serokkomarê berê yê Cezayirê, 2 Nîsanê bi dewama nerazîbûnên gelanî îstifa kir û piştî wê Ebdulqadir  Bin Salih serokê meclisa gelanî bo mideha 90 rojan wek serokkomarê demkî hat bijartin.

 El-Cezîra paytexta Cezayirê û  bajarên din ên  vî welatî îniya buhurî,  heştemîn îniya li dû hev, bûye  meydana  xwenîşandana  bi sedan hezar kesî bona dijberiya li hember Bin Salih.

 Xwenîşanderan cardinê dijberiya xwe li hember hizûra paşmayiyên dewarana  Bûteflîqê li qonaxa guhestina qaweta siyasî raghandin.

Başa dön tuşu