NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê dest bi ser kargehekî çêkirin rokitan yê terorîstan da girt

artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe yên dijî terorîstan li Qûteya Rojhilatî ya Şamê dest bi ser kargehekî çêkirin rokitan yê terorîstan da girt.

Li gor rapora ajansanûçan a Sûriyê(SANA), Artêşa Sûriyê li dewama serketinên xwe yên dijî terorîstan û li prosa pûçkirina bombeyên ku terorîstan li Qûteya Rojhilatî danîbûn karîn li navbera bajarokên Seqba û Hezeh karîn kargehekî çêkirina çekên bi destan ji wan rokêt û bombeyên destçêker yê terorîstan kifş bikin.

Qumandekî artêşa Sûriyê ragihand di vê kargehê da ku du qatî bû, amêrên pêşketî yên bombeçêkirinê, pakita madeyên teqandinî û rokêtên bidestan hatî çêkirin hebûne ku bihaya her yek ji wan digihêşte milyonek dolar û eva nîşan dide terorîst ji her babetekê da dihatine piştevanîkirin.

Yekîneyên artêşa Sûriyê herwisa karîn li bajarê Herestayê li Qûteya Rojhilatî navenda dadgeha nasyar bi Şeriî ya terorîstên Ehrarul-Şamê peyda bikin ku hezaran belgeyên ku ji welatiyên sûrî dizîbûn di vê navendê da hebûn.

Qumandekî dine artêşa Sûriyê ku xwest navê wî eşkera nebe jî ragihand: Li dewama pêşketina artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan pêgeh û oda operasiyona grûpa terorîstî ya Eîlqulrehman kifş bûn ku di nav van odan da sîstemên pêşketî yên peywendî û balafirên bê firokevan hebûn.

Artêşa Sûriyê li çarçoveya piştgiriya ji gelê vî welatî ji 26 Sibatê operasyonek ji bo paqijkirina Xûteya rojhilatê ji terorîstan destpê kiriye.

Artêşa Sûriyê îniya buhurî karî ku navça Herestayê tam ji lepê terorîstan rizgar bike.

Pêvajoya pêşdeçûna hêzên artêşa Sûriyê li Xûteya rojhilatê li parêzgeha Rîfa Şamê tim didome. Heya niha sedî 90 ê vê navçê ji lepên terorîstan paqij bûye.

Xûteya rojhilatê, navçeyeke stratejîk nêzîkî Şama paytexta Sûriyê ye. Terorîst her roj ji navçên bin kontrola xwe li Xûteya rojhilatê, xelkê Şamê didin ber rokêt û hawanê.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wan ji wan Brîtanya û Fransayê piştgirî didbin ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.

Başa dön tuşu