ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê: Berhemanîna Ava Giran li Îran nehatiye rawestandin û mîna berê didome

Berdevê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Berhemanîna Ava Giran li Îran nehatiye rawestandin û mîna berê didome.

Berdevê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Bêhroz Kemalvendî roja çarşemiyê li kêleka nimandina têknolojiya nû li warê Kowantom û Telekoma ewleh, wek bersiva bo pirsekê derbarê firotina Ava Giran got: Piştî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî, gelek guhertin li siyaseta vî welatî qewimîn û hewildanên Amerîkayê ji bo girtina pêşiya firotina ava giran a Îranê ser neketiye.

Berdevê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Li halekî ku dewleta berê ya Amerîkayê derdora 30 ton Ava Giran ji Îranê kirrî, lê dewleta nû ya Amerîkayê hewil daye ku pêşiya firotina Ava Giran a Îranê bigire û gellek berbend li vî warî da danîne.

Kemalvendî destnîşan kir: Îran niha têkilliylên xwe bi aliyên dibn ra didomîne û Ava Giran difiroşe welatên cûrbicûr.

Yekem destkefta lêkolerên Îranê li ser bingeha têknolojiya Kowantomê bi armanca pêkanîna pêwendiyên bi şîfre û ewleh, roja Çarşemiyê li navenda zanist û têknolojiya Leyzerê ya Îranê hat nimandin.

Bi nimandina vê destkefta zanyarên navokî yên Îranê û bikaranîna fotonên lihevalyayî li têknolojiya Kowantomê, îmkana pêkanîna pêwendiyên bi şîfre hatiye dabînkiirn.

Bi siya bidestxistina vê têknolojiyê her wiha îmkana şandina agaiyên bi şîfre û çêkriina radarên herî pêşketî û alavên telekomê yên ewleh tê dabînkirin.

Başa dön tuşu