ÎranNûçeRojhilatanavin

Zengînkirina sed hezar SWU`î, bersiva Îranê li hemberî binpêkirina rêketinnama navokî ji aliyê Emerîkayê va ye

Elî Ekber Salihî, duşemiyê şevê li parêzgeha Qumê bal kişand ser vê yekê ku  ger Emerîka  rêketinnama navokî binpê bike, Komara Îslamî ya Îranê yê 100 hezar SWU`î mideha sal û nîvekê de zengîn bike.

Salihî bal kişand ser radesetkirina sê barên oranîyoma oksîdebûyî ya amade jibo zengînkirinê bo Îranê bi qasî 149 tonî û got: Barê dawiyê roja sêşemiyê radestî Îranê dibe da ku  paşekevtên  Îranê piştî rêketinnama navokî ku zêde  ji 210 ton kêyka zer bûye  bighêje 350 tonê.

Zext û bêsoziya dewleta Emerîkayê ji destpêka  cîhanîna  hevhatina navokî li halekê ye ku  li gor  raporên  Ajansa Navneteweyî ya  Enerjiya Atomê, NY û konseya ewlehiyê, Îranê tim  pêsipartên xwe li warê rêketinnama navokî cih aniye.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê berûvajiya  helwestên  aliyên din ên rêketinnama navokî(Brîtanya, Fransa,  Almanya, Rûsiye, Çîn û YE) tekez kiriye: Rêketinnama navokî hevhatina herî xirab e ku  heya dîtiye.

Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê jî tim rêketinnama  navokî  weke karesat û hevhatinnama  herî  baş a cîhanê daye zanîn û soz dabû ku  ger  bighêje  koşka Sipî dê hema roja ewilî rêketinnama navokî bidirîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu