Berdevkê taxima serokatiyê ya Civata Şarezayên Rêberiyê teqez kir: Hemî pirsgirêkên îstikbarê tev gelê Îranê, ji bo serdestiya ola Îslamê li welêt e û armanca herî giring a dijmin derbelêxistina li esla inqilabê û wilayeta feqîh e.
Ayetullah seyd Ehmed Xatemî, berdevkê taxima serokatiyê ya Civata Şarezayên Rêberiyê, roja duşemiyê li merasima tazîdariya şehadeta Îmam Ceferê Sadiq(s) li Qezvînê li rojava Têhranê got: Îstikbara cîhanî dê qet nekaribe derbelê li Komara Îslamî ya Îranê xîne.
Ayetullah seyd Ehmed Xatemî bal kişand ser hêza bilind a bergîriyê ya Komara Îslamî ya Îranê li hember dijminan û destnîşan kir: Îran gihêştiye asteke serketin û pêşketina li warên curbicur ku dikare mûşekên dûrmenzîl berhem bîne.
Îro duşem, 9 Tîrmeha 2018`an , 25 Şewala 1439 Koça hîvî, salroja şehadeta Îmam Ceferê Sadiq (s) e.