Berdevkê dewleta Îranê Nobext: Trump ne yê bawerpêkirinê ye
Berdevkê dewleta Îranê bal kişand ser hevdîtina serokomarê Amerîkayê û rêberê Koreya Bakur li Sengapûrê û got: Donald Trump serokomarê Amerîkayê ku li balafirê bi peyameke tiwwîterî civîna serokên G-7`ê tevlihev dike, kesekî bawerpêkirî nîne.
Donald Trump serokomarê Amerîkayê û Kîm Cûng Ûn rêberê Koreya Bakur vê sibê li Sengapûrê li pişt derîyên girêdayî hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.
Mihemed Baqir Nobext berdevkê dewleta Îranê îro li civîna rojnamevanîyê bi gotina vîya ku Trump ne nunerê gelê têgiheştî yê Amerîkayê ye, dîyar kir: Gelê Amerîkayê bê şik wê li hilbijartinên bê bersiva Trump bidin û xwe jê xilas bikin.
Nobext têkildarî rawêjkarîyên Îranê têkildarî rêketinama atomî piştî vekişîna Amerîkayê ji vê rêketinamê jî got: Ji Koma 5+1`ê tenê Amerîka vekişîyaye û welatên din ên wajokirê rêketinama navokî hela jî bawerî bi mayîna li rêketinama atomî hene.
Berdevkê dewleta Îranê herwiha got: Li gorî muzakireyên pêkhatî, biryar e ku demeke kurt rawêjkarî bên kirin û mercê mayîna Îranê li vê rêketinamê ew e ku alîyên din sozên xwe cih bînin.