ÎranNûçeRojhilatanavin

Du terorîstên pakistanî li başûrê rojhilata Îranê hatin girtin

Bi hewldana hêzên Rêxistina Îtileatê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, du terorîstên pakistanî tev hinek çek û rextên wan li Serawanê li başûrê rojhilata Îranê hatin girtin.

  Li gorî rapora IRNA`yê,  bi serdestiya  îtileatî ya hêzên sipahê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ev du terorîst beriya ku mecalê peyda bikin bikevin tevgerê li navça giştî ya Kileganê ya bajarê Serawanê û li operasyoneke nişkêveyî û destxwe hatin girtin.  Piştî girtina  van du terorîstan hat xûyanê ku ew  bi eslê xwe ji Pakistanê û endamên yek ji komên terorîstî yên dijberê Îranê ne ku ji bo xirabkarî û pêkanîna  tirs û xufê derbasî nav axa Îranê bibûn.

Li hilkolandina  cihê veşartina  van kesana  2 bombeyên  amade ji bo teqînê ku biryar bû li cihên  qelebalix werin teqandin jî hatin keşifkirin û ji aliyê tîmên  pisporiyê ya navenda  îtileata (ewlekarî) sipahê Sîstan û Belûçistanê hatin bêencamkirin.

Ev du terorîst li jêpirsînên seretayî li bara cihanîna  armancên  kirêt yên din jî li xwe mukir hatin ku dê bi zûtirkê hûrgiliyên wê werin weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu