IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî: “Piştî kontrolkirina firokexaneya Tileferê, bombeyên vedayî hatine paqijkirin”

Berdevkê Heşda Şeibî ragihand, ku wan bi temamî firokexaneya Tileferê kontrol kiriye û armanca wan birîna rêya Mûsil û Reqayê ye.

Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî derbarê operasyona li rojavayê Mûsilê got: “Piştî kontrolkirina firokexaneya Tileferê, bombeyên vedayî hatine paqijkirin. Hêzên me tunelekî DAIŞê jî bidest xistin ku navçeyên derdorê bi firokexaneyê ve girê dide.

Kerîm Nûrî da zanîn ku 4 lîwayên ser bi Tevgera Bedir, Firqeyên 10 û 21 ên Lîwayên Siqûr û yekîneyên Hizbûllahê beşdarî operasyonê dibin.

Berdevkê Heşda Şeibî amaje bi wê yekê kir ku armanca wan niha kontrolkirina rêya stratejîk a Reqa û Mûsilê ye û ew niha hewl didin vê rêyê bibrin.

Derbarê çûna nav navçeya Tileferê jî Kerîm Nûrî got: “Piştî kontrolkirina firokexaneya Tileferê, niha ji bo çûna nav Tileferê em li hêviya fermanê ne.”

Derbarê ziyanên DAIŞê de jî Nûrî ragihand: “Bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan li qada şer in. Gelek ji wan jî reviyan.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu