NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad her cûre pêşmercek jibo vegeriyana welatê xwe bo nav Yekîtiya Ereban red kir

Feysel Miqdad, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê li axaftinekê her wiha got: Hewildanên heyî jibo sepandina pêşmercan bi armanca bidawîanîna rawestandina demkî ya endamtiya Sûriyê li Yekîtiya Ereban dê ser nekevin.

Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku Konferansa qaşo Danerên Alîkariyê bo Sûriyê ku biryar e di meha Sibata 2019an da li Brûksela paytexta Belçîkayê were lidarxistin, boykot bike.

Feysel Miqdad got: Tiştê ku welatên rojavayî di qada şêrr da nekarîne li ser Sûriyê bisepînin, dil hene ji rêya siyasî va wê bisepînin; Lê ev yek dê nema serê xwe bigire; Ji ber ku gelê Sûriyê azad, serbixwe û xwedan desthilat e.

Başa dön tuşu