Berdevkê Heşda Şeibî ragihand ku ewê beşdarî operasyona kontrolkirina Musilê bibin.
Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ji Rûdawê re ragihand ku ewê dê beşdarî pêvajoya kontrolkirina Musilê bibin û ti kes û hêzek nikare pêşiya wan bigre.
Her wiha Berdevkê Heşda Şeibî diyar kir, herkes dibîne ku Heşda Şeibî hêzeke bi bandor e û got: “DAIŞ ji Heşda Şeibî ditirse, ji ber vê yekê jî eger beşdarbûna Heşda Şeibî nebûya, hêzên Iraqî nedikarîn bihesanî bajarokê Felûce kontrol bikirina.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)