Berdevkê hêzên Heşdi Şeibî: Em rê nadin bilindfirînên Erdogîn
Berdevkê hêzên xwebexş ên gelanî ( Heşdi Şeibî) bi gotina vîya ku hebûna hêzên Tirkîyê li Iraqê wek bicihbûna DAIŞ`ê ye, got: Em nahêlin Iraq bibe meydana bilindfirînên Serokomarê Tirkîyê.
Kerîm Nûrî li gotûbêja ligel kanala El-Meyadînê got ku li opêrasyona azadkirina Mûsilê, yê hemî hêzên iraqî pişkdar bin.
Wî herviha got: Destwerdana Tirkîyê li Iraqê berovajî destûrên navnetewî ye û gotinên Erdogîn girîngîya xwe jibo me tinene ji ber ku ew wek paşayekî osmanîya nû reftarê dike.
Nûrî wekî berteka li hemberî biryara meclisa Tirkîyê jibo dewama opêrasyona derveyî sînor a artêşa vî welatî got: Em ji hemî hewldanên navnetewî jibo piştgirîya ji Iraqê pêşwazîyê dikin lê, kifşkirina dema opêrasyonê û eva ku Erdogan biryarder be, berovajî urfa navnetewî ye. Wî pêkutî kir ku serokwezîrê Iraqê yê dema destpêbûna opêrasyona Mûsilê kifş bike. Piştî ku meclisa Tirkîyê di civîna roja şemîyê da dema bicihbûna hêzên vî welatî li bakûra Iraqê dirêj kir, serokomarê Tirkîyê ragihand ku ev welata yê li opêrasyona azadkirina Mûsilê da pişkdar bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)