IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Hizbullaha Iraqê: Hizûra hêzên amerîkî li Iraqê dagîrkerî ye

Berdevkê Hizbullaha Iraqê got: Hizûra hêzên amerîkî li Iraqê curek dagîrkerî ye û îmkana sekinîna li hemberî hêzên dagîrker bo her dem û gavekê heye.

Cefer El-Husêyînî berdevkê gurdanên Hizbullaha Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Meyadîn destnîşan kir: Hevalbendiya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka derve ji îrade û xwesteka Iraqê çê bû û hêzên amerîkî bo zorê ketine nav axa Iraqê.

Berdevkê Gurdanên Hizbullaha Iraqê destnîşan kir: Tu biryarek ji aliyê dewleta Iraqê bona dewama hizûrahêzên amerîkî li navaxa Iraqê tune û amerîkiyan dewleta Iraqê rastî pirsgirêkan kirine.

Wî bal kişande ser viya ku tu hewcetiyek bi mayîna hêzên amerîkî li navaxa Iraqê tune got: Hizûra hêzên amerîkî li nav axa Iraqê, ewlehiyê garantî nake.

Cefer El-Husêyînî ragihand ku ev sîstemên istixbaratî yên ku li nav Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin, nîşan didin ev sîstimane tenê li destê amerîkiyan da hene.

Başa dön tuşu