ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Komara îslamî ya Îranê bicaran ragihandiye ku li babeta bernamên xwe yên berevaniyê û eskerî tev tu aliyekê gotûbêjê nake

Seyîd Hesen Neqevî Husêynî berdevkê  komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li berteka hela helaya nû ya medyayiye rojava dijî bernama mûşekî ya Îranê û îdiaya viya ku ev bernama dijî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ye destnîşan kir; Amerîka dixebite pê propagandeyên medyayî û hela helayê û hilêxistina îdiayên nû komara îslamî ya Îranê bikşîne ser masa gotûbêjê.

Seyîd Hesen Neqevî Husêynî destnîşan kir; Tawanên rojava dijî Îranê bê xîm û binyat in ji ber ku mûşekên Îranê bona birina komikên navokî nehatine çêkirin û steratijiya Îranê ya berevaniyê li ser herambûna behregirtina ji çekên tevkujiyê ne.

Vî nûnerê meclisê got: Siyasetên mûşekî û yên berevaniyêye Îranê bi micidî têne domandin û qet ev hela helayên rojava li ser domandina van siyasetên berevaniyê yên Îranê tesîr nakin.

Maykêl Filîn mişêwirê ewlehiya netewî ya dewleta Amerîka van rojana îdia kiribû ku ceribandina mûşekî ya Îranê dijî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu